Adar 13, 2022 21:01 Asia/Tehran
  • Di êrîşên bi mûşekan de li ser baregehên Mossadê yên li Hewlêrê 9 siyonîst hatin kuştin

Çavkaniyên iraqî ji kuştina 9 siyonîstan di encama êrişên mûşekî de ser baregehên Mossadê li Hewlêrê agahî didin.

Îro danê sibê (Yekşem) 2 baregehên Rêxistina Îstixbarat û Operasyonên Taybet ên Îsraîlê (Mossad) li bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Iraqê rastî êrişa mûşekan hatin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ragihandin ku di van êrişan de hin hêzên ser bi Rejîma Siyonîst hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Van çavkaniyên iraqî navên 9 efserên siyonîst ku di van êrîşan de hatin kuştin, weşandin.

Herwiha medyayê behsa şewata li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê kir.

Herwiha zengila alarmê li Konsolosxana Amerîkayê ya li Hewlêrê jî hat lêxistin.

Ji îro danê sibê ve hejmareke zêde ya firokeyên leşkerî yên Amerîkayê li esmanê Hewlêrê difirin û veguhestina asmanî ya sivîl jî li wê navçeyê hatiye rawestandin.

Serepeyv