Adar 13, 2022 09:15 Asia/Tehran
  • Du baregehên Mossadê yên li Hewlêrê bûn hedefa mûşekan

Medya Îraqî ragihand ku du baregehên rêxistina Îstixbarat û operasyonên taybet ên Îsraîlê (Mosad) li Hewlêrê bûne armanca mûşekan.

Li gorî rapora IRNA`yê, medyaya Iraqê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê raghandin ku ew baregeh navendeke rahênanê ya pêşketî ye û bûne armanca mûşekên balistîk.

Çapemeniyê agahiyên zêdetir derbarê êrîşê û asta ziyanan de neda.

Çavkaniyên fermî yên Iraqî û rayedarên Îsraîlî heta niha ew nûçe ne piştrast kirine û ne jî redkirine.

Sabrineews a ser bi Hêzên Berxwedana Iraqê, pêştir ragihandibû ku şeva Şemiyê, bi dehan teqîn bajarê Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê hejand.

Tê gotin ku 14 roket li baregehên Amerîkayê yên li nêzîkî balefirgeha Hewlêrê ketine.

Li gor vê raporê, alarma konsulxana Amerîkayê li Hewlêra Kurdistana Iraqê hat lêdan û hemû baregehên eskerî yên Amerîkayê li Iraqê ketine amadebaşiyê.

Gelek kes û girûpên Iraqê daxwaza derketina hêzên terorîst ên Amerîkayê ji Iraqê dikin û parlamentoya Iraqê jî plana vekişandina van hêzan pesend kir.

Serepeyv