Xwandekarekî ji Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332184-xwandekarekî_ji_herêma_kurdistana_iraqê_hat_kuştin
Di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de, xwendekarekî ji Herêma Kurdistana Iraqê bi sedema bombebarana Rûsyayê canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2022 12:41 Asia/Tehran
  •  Xwandekarekî ji Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de, xwendekarekî ji Herêma Kurdistana Iraqê bi sedema bombebarana Rûsyayê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Rûdawê, Li gor agahiyan, ew welatiyê ji Herêma Kurdistana Iraqê xwendekar bûye û ji bo xwendina bilind li Ukraynayê bûye.

Nêçîrvan Mihemed, hevalê wî xwandekarî ji Rûdawê re ragihand, ew xwendekar navê wî Sarî Ebdullah û xelkê Kerkûkê ye û li Ukraynayê dixwend, lê di bombebarana Artêşa Rûsyayê de canê xwe ji dest daye.

Wî herwiha diyar kir, li gor zanyariyan Sarî Ebdullah li bajarê Lvîv ketiye ber bombebaranekê û di encamê de canê xwe ji dest daye.