Çile 22, 2022 15:14 Asia/Tehran
  •  Mesrûr Barzanî bo Kazimî: DAIŞ metirsiyeke mezin e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Iraqê re tekez kir ku DAIŞ hê jî metirsiyeke mezin e li ser hemû Iraqê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh, 22/01/2022, peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anî.

Hevsoziya li gel xelkê Iraqê

Terorîstên DAIŞê, duh danê sibê,  li navçeya Uzem a parêzgeha Diyaleyê êrişî baregeheke artêşa Iraqê kirin û di encamê de herî kêm 11 leşker û efser hatin kuştin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di wê peywendiya telefonî de li gel Serokwezîrê Iraqê, êrişa DAIŞê şermezar kir û hevsoziya xwe li gel xelkê Iraqê derbirî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Em li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hevnêrîn bûn ku êrişên vê dawiyê, ji wan jî, êrişên bo ser Pêşmerge bi bîr xistine ku metirsiya grûpa terorîst bo ser me hemûyan e.”

Êrişa DAIŞê

Li gor çavkaniyeke ewlekarî ya xwecihî, sibeha roja Înê 21ê Çileya 2022ê, hejmarek Terorîstên DAIŞê li Parêzgeha Diyaleyê bi çekên curbecur êrîşî xaleke leşkerî kirin. Di êrîşê de herî kêm 11 leşker û efserên Îraqî hatin kuştin.

Herwiha parêzgarê Diyaleyê Muthanna el-Temîmî  jî ragihand ku roja Înê 10 leşker û efserekî Iraqî ji ber îhmalkariyê di êrişê de hatine kuştin.

Temîmî got jî “Sedema sereke xemsariya leşkeran a di bicihanîna erkên xwe de ye, ji ber ku baregeh bi temamî bi kamerayên termal, dûrbînên şevê û her wiha birceke nobetê ya beton hatiye xurtkirin.”

Peyama Berhem Salih

Li aliyê din Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek parve kir û tê de dibêje “Êrîşa terorîstî ya tirsonek ku qehremanên artêşê li Diyalayê rastî wê hatin, hewldaneke nefret û têkçûyî ye bo armanckirina ewlekarîya me û bêguman divê hewlên vejandina terorê li herêmê neyên biçûkxistin. Erka me xurtkirina eniya navxweyî ye û bi mafên destûrî yên niştimanî ji bo pêkanîna hikûmeteke jêhatî ku asayîşa niştimanî diparêze û xizmeta gel dike pêk bînin.”

Sala borî hejmara êrişên DAIŞê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê zêde bûn û di encamê de hejmarek Pêşmerge canê xwe ji dest dan û hejmarek ji gundiyên Kurd hatin revandin û kuştin. Ev êrişa dawî ya DAIŞê li ser leşkerên Iraqî di sala 2022an de êrişeke ku hata niha herî zêde qurbanî hatiye dayîn e.

 

 

 

Serepeyv