Mela Bextiyar Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNK behsa jehrîkirina xwe dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i330027-mela_bextiyar_endamê_encûmena_siyasî_û_berjewendiyên_ynk_behsa_jehrîkirina_xwe_dike
Mela Bextiyar hûrgiliyên jehrîkirina xwe eşkere kirin û diyar kir ku ev bûyer di nava Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de pêk hatiye û agahî jî ji wî re çûye ku Dezgeha Zanyarî ew jehrî kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2021 11:24 Asia/Tehran
  • Mela Bextiyar Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNK behsa jehrîkirina xwe dike

Mela Bextiyar hûrgiliyên jehrîkirina xwe eşkere kirin û diyar kir ku ev bûyer di nava Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de pêk hatiye û agahî jî ji wî re çûye ku Dezgeha Zanyarî ew jehrî kiriye.

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNK Mela Bextiyar îro li Silêmaniyê kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û zanyarî û hûrgiliyên bûyera jehrîkirina xwe eşkere kirin.

Mela Bextiyar di wê kongreyê de tekez kir, bêguman ew di nava YNKê de hatiye jehrîkirin û agahî ji wî re hatine şandin ku Dezgeha Zanyarî ew bûyera jehrîkirinê kiriye.

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê belgeya jehrîkirina xwe yên bi zimanên Almanî û Îngîlîzî bilind kir ku ew raporteke nexweşxana Almanya ye û tekez jî kir ku ew dest ji mafên xwe bernade.

Mela Bextiyar da xuyakirin ku heta niha kesek li ser jehrîkirina wî hatiye girtin û her ew kes bûye ku zanyarî dane mela bextiyar.

Di dewama daxuyaniyên de Mela Bextiyar eşkere kir ku Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê dê bicive û çend biryaran bide.