Îlon 19, 2021 00:00 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê devera Biradostê li Herêma Kurdistanê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê a ku gelek dever li Herêma Kurdistanê û bakura Sûriyê dagir kirine careke din herêma Biradost topbaran dike.

Li gor Medya herêmê û malperên kurdî,  Artêşa Tirkiyê a dagirker vê êvarê girên Robî Riwal, Hewreben, Taristan û çiyayê Beşken ên herêma Biradost topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi awayek dijwar herêm tê topbaran kirin û heta niha jî berdewame, artêşa Tirkiyê bêyî ku xelkê sivîl û mal û milkên wan jê re fukaran çê bike deverên ku ew lê dijî bombebarn û topbaran dike û eva çend meh in ku ev êrişana jê re bûye karekî normal..

Ji ber topbaranê hanê tirs li gel koçêrên herêmê çêbû.

Serepeyv