Hezîran 21, 2021 13:44 Asia/Tehran
  •  Şûnwarên dîrokî yên Duhokê tên dizîn û jinavbirin

Li Duhokê hejmareke zêde ya cihên şûnwarî hene ku beşek ji wan bi salan e berdewam tên dizîn û jinavbirin.

Li ser çiyayê Meqlûb yê nêzî qeza Berdereş a ser bi parêzgeha Duhokê ve cihên şûnwarî yên girîng hene ku hinek ji wan nêzîkî cihê nîştecîbûna xelkê ne.

Li ser wan cihên şûnwarî yên li Berdereşê ji 2014ê ve bi berdewamî zêdegavî tên kirin û ji aliyê kesên nenas ve têne dizîn û jinavbirin.

Herî dawiyê jî cihek şûnwarî ku berê kenîse bûye ji aliyê kesên nenas ve hat têkdan û dizîn.

Fotografer Hekîm Goran bi berdewamî seredana wî çiyayî dike û dibêje, her cara ku ew seredan dike, guhertinan dibîne û “Ti aliyek pêwendîdar li wan şûnwaran xwedî dernakeve.”

Cihek din ê şûnwarî bi navê `Şikefta Tenûrê` li heman deverê heye û li gor şûnwarnasan ew şikeft li sê cihan hatiye kolan û destkarî hatiye kirin.

Çiyavan Şemsedîn Mesûd jî diyar dike, wî bi çavê xwe dîtiye dema ku destkarî li van cihên şûnwarî tê kirin û dibêje, “Me aliyên peywendîdar agahdar kirine, lê ti kes nayê deng.”

Ev ne cara yekem ku li Duhokê zêdegavî li ser cihên şûnwarî tê kirin, ji 2014an ve bi şêweyên grûp û li navçeyên ciyawaz bi armanca dîtina xezîne û kelûpelên giranbiha şûnwar hatine têkdan û hejmarek kes jî bi vê sedemê hatine desteserkirin.

Rêveberê Şûnwarên Duhokê Dr. Bêkes Brîfkanî jî dibêje, ew ê lêkolînê ji dizîna wan cihên şûnwarî bikin û radigihîne, “Em dê lêkolînan  bikin raport û pêşkêşî Parêzgariya Duhokê bikin ku bi rêya dezgehên emnî pêdeçûnek li ser vê mijarê bê kirin û ew kes bên diyarkirin û dadgehîkirin.”

Li gor amarên Rêveberiya Şûnwarên Duhokê, 1400 cihên şûnwarî li vê parêzgeha Herêma Kurdistanê hene û ev jî jibilî wan cihên ku bi fermî nehatine tomarkirin.

 

 

 

Serepeyv