Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir
May 06, 2021 13:05 Asia/Tehran
Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
Fermandarê Fermandariya Helgurd, Behram Erîf Yasîn ji K24ê re ragihand, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û bi çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.
Wî herwiha diyar kir ku hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û ti ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.
Behram Erîf Yasîn got: " PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê re bigire"