Nîsan 18, 2021 10:58 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê komeke mezin a bazirganiya madeyên hişbir hatiye desteserkirin

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişber a ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ve ragihand, di heyama 24 saetên derbasbûyî de hêzên wan karîne li Hewlêrê 9 bazirganên maddeyên hişber û tometbarekî maddeyên hişber desteser bikin.

Duh şemiyê 17. 04.2021ê Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir di daxuyaniyekê de aşkere kir piştî pêdaçûn û lêkolînên wan 9 kes hatine destserkirin.  Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin di dema desteserkirina wê koma bazirganên madeyên hişbir de 569 gram eroin û 1 kîlo û 375 gram eroîna krîstal û 984 gram haşhaş  û 680 gram tiryak û 580 gram camayka cureyên maddeyên hişbir jî hatine desteserkirin.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir aşkere jî kiriye li navçeya Hacî Omeranê ya ser bi Hewlêrê de jî 3 kîlo maddeya haşhaş li ser tohmetbarekî hatiye girtin.

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir amaje bi wê yekê jî kiriye derbarê wan bazirganên madeyên hişbir de lêkolînên adlî dest pê kirine û wê bên dadgehkirin.

Serepeyv