Nîsan 17, 2021 00:05 Asia/Tehran
  • Amerîka û welatên Ewropayê daxuyaniyek hevbeş li dijî êrîşa ser Hewlêrê belav kir

Îro welatên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê bi daxuyaniyek hevbeş a derbarê êrîşa roja çarşema borî ya ser balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de belav kir.

Daxuyaniya hevbeş de hat gotin: ‘’Ev daxuyanî bi hevbeşiya Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê ve derbarê êrîşa 14ê Nîsanê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê hatiye nivîsandin.’’

Herpênc welatan teqez kirin  ku ‘’Em wek hikûmetên Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîkayê bi awayê herî tund  êrîşa 14ê Nîsanê ya li ser herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kirin ku ‘’Em bi hevre piştevaniya lêkolînên hikûmeta Iraqê dikin bo piştrastbûna ewên ku berpirsbûn ji wê êrîşê derkevin pêş yasayê.’’

Dawiya daxuyaniyê de jî hatiye gotin: ‘’Helwêstê me yekgirtiye ku êrîş li ser hêz û binkeyên Amerîka û hêzên hevpeyman cîhê razîbûnê nîne, em pêbendin bi berdewam şerê dijî DAIŞê.’’

Serepeyv