Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i325281-hevdîtina_nêçîrvan_barzanî_û_emmanuel_macron
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşya Elysee bi dawî bû û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Me ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwediyên dualî, kêşeyên navçeyê gotûbêj kir.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2021 19:39 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşya Elysee bi dawî bû û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Me ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwediyên dualî, kêşeyên navçeyê gotûbêj kir.”

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elysee û bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Min spasiya xwe ji bo hevkariya mirovî ya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha pêwediyên dualî pisgirêkên Iraqê û navçeyê me gotûbêj kirin.”

Berî civînê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ku bi Serokê Herêmê re li Fransayê ye diyar kir ku di civîna Barzanî û Macron de behsa çalakiyên DAIŞê li deverê tê kirin ku niha tevgera Pêşmergeyan zêde bûye û metirsiyeke mezin li ser aramiya herêmê heye"

Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê herwiha aşkere kir ku Herêma Kurdistanê beşdarî gera bê ya guftûgoyên di navbera Amerîka û Iraqê de dibe ku biryar e di 7.4.2021an de werin kirin.