Sibat 19, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Nerazîbûnên li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina rojnamevan û çalakvanan

Komek ji çalakvan û rojnamevanên navçeya Koyê li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê, nerazîbûn nîşandan. Çalakvanan daxwaz kir ku dadgeh biryara xwe betal bike.

Roja 16’ê Sibatê Dadgeha Hewlêrê 6 sal ceza li du rojnamevan û sê çalakvanên Behdînanê birî. Piştî vê biryarê jî li her derê nerazîbûn hatin nişandan.
Duh di saetên êvarê de komek ji rojnamevan û çalakvanên navçeya Koyê li dijî biryara dadgehê kombûn û nerazîbûn nîşandan. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine girtin, bilind kirin û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji yasanas û rêxistinên mafê mirov hate kirin doza rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bişopînin û bi erka xwe rabin.

Di çalakiyê de Mamostayê Zanîngehê Birwa Resûl axivî û got; “Kesên hatine cezakirin, dengên nerazî û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Pêwîste em tev piştgiriya wan bikin heta ku dadgeha temyizê biryara dadgeha Hewlêrê betal bike û ew kes werin berdan.”

Malbatên rojnamevan û çalakvanên Behdînê li bendê ne ku Dadgeha Temyizê biryara Dadgeha Hewlêrê ya ku şeş sal ceza li zarokên wan birîbû, betal bike. Birayê Şivan Seîd yê hatî girtin, diyarkir ger biryar neyê betal kirin, ew ê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin.

Serepeyv