Tirkiyê çend gundên devera Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê bombabaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323743-tirkiyê_çend_gundên_devera_silêmaniyê_li_kurdistana_iraqê_bombabaran_kir
Peyamnêrê Rûdawê da xûyakirin ku, duh balafirên cengî yên Tirkiyê gundê Şênê yê li devera Pişder a Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2021 05:20 Asia/Tehran
  • Tirkiyê çend gundên devera Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê bombabaran kir

Peyamnêrê Rûdawê da xûyakirin ku, duh balafirên cengî yên Tirkiyê gundê Şênê yê li devera Pişder a Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor agahiyên destpêkê, ji ber bombebaranê zirar gihîştiye hejmarek mal û avahiyên gundiyan, lê heya niha ti agahiyek derbarê zirarên canî belav nebûye.

Qaymeqamê qezaya Pişder, Bekir Bayiz ji Rûdawê re ragihand, “firokeyên Tirkiyê derdora gundê Şênê û nêzîkî avahî û xaniyên xelkê bombebaran kirine.”

Bekir Bayiz got, “bi kêfxweşî ve zirarên canî nebûne, lê zirar gihîştiye hejmarek xanî û avahiyên gundiyan.”

Bayiz destnîşan kir, Şênê gundekî dûr û nêzîkî sînorê Îranê ye û xelkê gund ajeldarî û cotkariyê dikin.

Ji aliyek din ve wezereta berevaniya Tirkiyê di malpera xwe a Twitterê de da xûyakirin ku êrîşek ezmanî li himber devera Qendilê kiriye. Tirkiye îdia dike ku di vê êrîşê de 10 çekdarên PKKê hatinekuştin û birîndar bûne, lê belê PKK di vê barê de hîn ti tişt negotiye.