Cotmeh 22, 2020 12:22 Asia/Tehran
  • Tirkiyê careke din êrîşî ser cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê kir

Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din cihwarên jiyanê û gundên Herêma Kurdistanê nemaze li bintara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shar Pressê, Nîveka şeva bihurî artêşa Tikriyê cihwarên jiyanê û gundên bintara çiyayê Qendîlê û geliyê Baletiyê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir û pireya Mavnaviyê li wê geliyê kir armanc.

Her wiha gundên Zargelî û Rojkiryaniyê yên ser bi Rewandozê jî ketin ber êrîşa balefirên Tirkiyê.

 

Serepeyv