Cotmeh 15, 2020 23:23 Asia/Tehran
  • Firokeyên Tirkiyê devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê çend cihên ser bi bajarokê Sîdekanê ve li devera Biradosta Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê li qezaya Soranê ragihand, bombebarana hin navçeyên sînorî yên ser bi bajarokê Sîdekanê ve ji saet 11:10 ve destpê kiriye û heta niha bilindahiyên derdora gundên Bêrkim, Kêleşîn û Berde Soran hatine bombebarankirin.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, piştî ku ew demek bû aramî vegeriyabû herêmê û bombebaranên Tirkiyê hatibûn rawestandin, îro careke din firokeyên wî welatî li esmanê deverê hatin dîtin û gundên Sinîn, Bêrkme, Kêleşîn û Berde Soran hatin bombebarankirin.

Îhsan Çelebî herwiha diyar kir, “ew dema 15 salan e ku Sinîn û Bêrkme ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve têne bombebarankirin, lê belê ew yekemîn car e ku Kêleşîn û Berde Soran ku dikeve ser sînorê navbera qezaya Şino ya Îranê û bajarokê Sîdekan a Herêma Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebarankirin.”

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê, derbarê bombebarana îro ya devera Biradost de ragihand, bilindahiyên li Bêrkme, Berde Soran û Kêleşîn, îro sê caran ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Serepeyv