Tebax 18, 2020 10:45 Asia/Tehran
  • Behreynê êrişên dewleta Tirkiyê li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir

Behreynê bombebaranên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êriş wek binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li ser ewlehiya herêmê bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa Roj Newsê, Duh di bin serokatiya Emîrê Behreynê Selman Bin Al Xelîfe de rayedarên hikûmetê civiyan. Piştî civînê têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek nivîskî hate belavkirin.

Di beşek ya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin û hate gotin êrişên dewleta Tirkiyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Her wiha gefeke li ser ewlehiya herêmê, divê rêz ji serweriya xaka Iraqê re were girtin.

 

 

 

Serepeyv