Tîrmeh 22, 2020 15:24 Asia/Tehran
  • Gundên navçeya Biradostê hema wisa ji aliyê Tirkiyê va tên bombebarankirin

Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din gundên navçeya Biradostê li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê dane ber bombeyan.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Roj Newsê ji zarê çavkaniyên xwe ragihand ku duh Sêşemiyê 21ê Tîrmehê firokeyên şêrr ên Tirkiyê careke din gundên navçeya Biradostê li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê dane ber bombeyan.

Li gorî nûçeyê, di vê êrîşê da gundê Mêrga Reş ketiye ber êrîşê û agir bi zeviyan ketiye.

Ji ber êrîşên Tirkiyê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û bi dehan welatiyên sivîl ji wan jin û zarok hatine kuştin û birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv