Xesro Goran: Em çaverêtiya biryara Dadgeha Îtîhadî dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308790-xesro_goran_em_çaverêtiya_biryara_dadgeha_Îtîhadî_dikin
Xesro Goran berpirsê dezgeha hilbijartina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: Bersiva Dadgeha Îtîhadî, li ser gazindeya alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê Qanûna Civata Parêzgehên Îraqê bo roja 14ê meha din hat paşdaxistin.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 30, 2019 05:13 Asia/Tehran
  • Xesro Goran: Em çaverêtiya biryara Dadgeha Îtîhadî dikin

Xesro Goran berpirsê dezgeha hilbijartina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: Bersiva Dadgeha Îtîhadî, li ser gazindeya alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê Qanûna Civata Parêzgehên Îraqê bo roja 14ê meha din hat paşdaxistin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Piştî derkirina Qanûna Hilbijartina Civata Parêzgehên Îraqê, hejamreke alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistnê dijî wê qanûnê li Dadgeha Îtîhadî doz vekirin.

Li gor wê qanûnê, divê aware vegerin cihên xwe û li wir deng bidin û pişikdarîyê di piroseya dengdayînê de bikin.

Bi egera nebaşîya rewşa wan deverên ziyandîtî ji br şerê DAIŞê û rewşa ne asayî ya bajarê Kerkûkê bi hezaran malbatên aware nikarin vegerin cihên xwe yên berê.