Hilberînerên Tirkiyê û herêma Kurdistanê civînek pêkanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308773-hilberînerên_tirkiyê_û_herêma_kurdistanê_civînek_pêkanîn
Beşek ji hilberînerên Tirkiyê û parêzgeha Hewlêrê civîneke berfireh bi navê Lûtkeya Hilberîneran rêk dixin û odeya bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê jî zanyariî li ser civînê dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 13:32 Asia/Tehran
  • Hilberînerên Tirkiyê û herêma Kurdistanê civînek pêkanîn

Beşek ji hilberînerên Tirkiyê û parêzgeha Hewlêrê civîneke berfireh bi navê Lûtkeya Hilberîneran rêk dixin û odeya bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê jî zanyariî li ser civînê dide.

Îro 29.09.2019ê civîneke berfireh a bazirganên bajarê Hewlêrê û Tirkiyê bi navê ‘’Lûtkeya Hilberînerên Tirkiyê û Kurdistanê’’ pêktîne û biryare derbarê pêşeroja bazirganiya navçeyê de guftûgo bikin.

Berdevkê odeya bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê Karwan Sûrçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nezîkî 50 şîrketên mezin ên Tirkiyê û bazirgan û xwedî kar û pîşesazên Tirkiyê li Hewlêrê ne û li gel bazirganên Hewlêrê dicivin û dixwazin beşdarî li pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê bikin, ku biryare di destpêka meha pêş de ji hilberîneran re bê vekirin û dixwazin bi hev re kar û projeyan encam bidin.’’

Herwaha got: ‘’Biryar bû ji Hewlêrê bazirgan biçin Tirkiyê jibo ku hevdîtinan li gel bazirganên wî welatî pêkbînin, lê niha ew erk nayê xwestin û li vê derê dikare ew hevdîtin pêkbên.’’

Karwan Sûrçî got: ‘’Di heyama çend mehên îsal de tevgerekî bazirganî destpê kiriye û odeya bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê protokolek li gel welatan îmza kiriye û ew jî dixwazin sermaye li Kurdistanê birazînin û yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.’’