"Hevpeymaniya Kurdistanî" lîsteya Kurdan jibo hilbijartina pêşerojê ya asta parêzgehan li Iraqê
Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser beşdariya di Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê di sala 2020 da di çarçova lîsteyeka yekgirtî da li hev kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di civîneka hevpar li Hewlêrê ku îro anku Şemiyê hat lidarxistin, li ser beşdariya di Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê da di çarçova lîsteyeka hevpar a bi navê "Hevpeymaniya Kurdistanî" da li hev kirin.
Li gorî hevhatina navbirî, partiyên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên din ên kêşeliser ku dikevin bin xala 140 a Qanûna Bingehîn a Iraqê jî bi lîsteyeka hevpar dê beşdarî Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê bibin.
Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê rêforma li Qanûna Hilbijartinan a Konseyên parêzgehên Iraqê de nerazî ne û wê li dijî berjewendiyên Kurdan dizanin û amaje pê dikin ku ev qanûn awareyên navçeyên kêşeliser û gellek ji rûniştiyên sereke yên van naçeyan ji mafê dengdayînê bêpar dike û mafê dengdanê dide wan erebên ku di çarçova siyaseta erebkirinê ya Rêjîma Beis da bo van navçeyan hatine veguhestin.
Hilbijartina Konseyên Parêzgehan a Iraqê biryar e 1`ê Nîsana 2020ê were lidarxistin.