YNK daxwaza hevalbendiya kurdan li hilbijartinên konseyên parêzgehan li Iraqê kir
Polîtboroya YNK daxwaza hevalbendiya hevpar a partiyên kurdistanî bona beşadriya li hilbiajrtinên konseyên parêzgehan li Iraqê bi taybet li parêzgeha Kerkûkê kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, nivîsgeha siyasî ya YNK civînek bona hilkolandina dawîn alûgurên li Iraqê û herêmê bi serokatiya Kosret Resûl Elî , alîkarê ewil û bi beşdariya Berhem Salih, alîkarê dudyan ê sekreterê giştî ê vê partiyê li bajarê Silêmaniyê li dar xist.
Li civîna nivîsgeha siyasî ya YNK hat teqezkirin divê amadekariyên pêdivî bo lidarxistina kongira vê partiyê cih were.
Nivîsgeha siyasî ya YNK her wiha li bara hilbiajrtinên konseyên parêzgehan a Iraqê jî ku li gor qanûna meclisê ya hatî pejrandinê pêşnumaya parlemana vî welatî biryar e li 1 Nîana sala 2020`an zayînî were lidarxistin, teqez kir ku divê hevalebndiya hevpar a partiyên Herêma kurdistanê bona beşdariya li vê hilbijartinên û bi taybet li Kerkûkê pêk were.