Sefîn Dizeyî: Pêwîst e PKK dijî berjewendîyên Herêmê kar neke
Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Pewîst e PKK dijî berjewendîyên Herêma Kurdistanê kar neke û peywendîyên Herêma Kurdistanê jî ligel Îran û Tirkiyê di asteke baş de ne.
Îro, Pêncşemîyê, li Pîşangeha Rojhelata Navîn bo Xwîndin û Teknelojîya û Xwîndkaran, Berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, di dîdarekê de ligel Kanala Kurdistan24ê ragehand: Tehranê di dema berê de gelek hevkarîya Kurdan kirîye û peywendîyên me ligel Îranê di asteke baş de ye.
Derbarê peywendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî, amaje bi wê yekê de ku pêwîst e PKK rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û kerekî neke ku dijî berjwendîya Herêma Kurdistanê be.
Wî her wiha tekez ki li gel Tirkiyê di hemî waran de peywendîyên wan di asteke baş de ye.