Hevdîtinên taxima parlemanî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê
Taxima parlemana Kurdistanê li kêleka civîna komîsyona bername û bûdceyê ya parlemanên welatên asiyayî li paytexta Iraqê, hin hevdîtin bi aliyên curbicur re cih anî.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hêmin Horamî, cîgirê serokê parlemana Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê raghand ku li dewra nû ya parlemana Kurdistanê bo berfirehkirina peywendiyên dîplomatîk û sûdwergirtina ji ezmûnên parlemanên welatên din hewl tê dayîn û stratejiya parlemanê piştgiriya ji siyasetên hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçoveya qanûna bingehîn a welêt e.
Taxima parlemana Kurdistanê li kêleka civîna komîsyoan bername û bûdca meclisên welatên asiyayî û piştî beşdariya li bernameyên civîna navbuhurî, bi Hesen Kebî, seerokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û navçê gotûbêj kir.
Li vê hevdîtinê ser pêwîstiya kiryara bona xurtkirina peywendiyan û hevkariyên navbera parlemana Kurdistanê û parlemana Iraqê hat teqezkirin.
Her wiha taxima kurdistanî, nerazîbûna xwe ji xala 16 `an a sererastkirina qanûna hilbiajrtinên konseyan parêzgehan a Iraqê raghand û amaje kir ku ev xala qanûnî hejmareke zêde ji awareyên Iraqê ji mafê dengdanê bêpar dike vêca daxwaza sererastkirina dubare ya vê qanûnê kirin.
Vê taximê her wiha hevdîtinek jî bi nunerê hikûmeta Herêma Kurdistanê re li Bexdayê hebûye û pirgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û rêçareyên van pirsgirêkan ji riya qanûna bingehîn a Iraqê hilkoland.