Dîndar Zêbarî: Tu girtîyekî sîyasî li Herêma Kurdistanê tineye
Berpirsê Bersivdayînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir ku tu girtîyekî sîyasî li Herêma Kurdistanê tineye û hîç raporek têkildarî işkencekirin û azirandina girtîyan jî nehatîye tomarkirinê.
Berpirsê Bersivdayînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Dîndar Zêbarî di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Anaduloyê de amajeyî raporên navnetewî derheq rewşa azadîyên sîyasî li Herêma Kurdistanê de kir û pêgirî kir ku nika hîç girtîyekî sîyasî li Herêma Kurdistanê tineye û heta nika tu dozek derbarê işkencekirin û azirandina girtîyan li Herêma Kuridstanê nehatîye tomarkirinê, lê 35 kes li Herêma Kurdistanê bi hegerên curbicur û nesîyasî hikmê îdamê ji wan re hatîye kivşkirinê ku ew hikma heta niha nehatîye cihanînê.
Wî herwiha got: Herêma Kurdistanê heta vê gavê 853 têrorîstên DAIŞ`ê ku bi destê Hêzên Ewlehî û Pêşmerge hatine girtinê, radestî dewleta navendî ya Iraqê hatine kirinê û hela 677 têrorîstên DAIŞ`î di girtîgehên Herêma Kurdistanê de ne.
Berpirsê Bersivdayînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Dîndar Zêbarî amajeyî raporên navnetewî yên derbarê rewşa penaber û awareyên li Herêma Kurdistanê de jî kir û got ku zêde ji 800 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene.