Hewlêr û Bexdayê dil hene lihevkirinameyeka nû li ser mûçeyê wajo bikin
Endamê Komîsiyona aborî ya Parlimana Irqê qala hewildana dewleta navendî ya vî welatî û Herêma KUrdistanê jibo wajokirina lihevkirinameyeke nû li ser pişk û para Herêmê ji mûçeya sala 2020ê kirin.
Ehmed Seydo tevî amajeya bi vêya ku lihevkirinameyên berê navbera Herêma KUrdistanê û dewleta Irqê li ser mûçe û para Herêmê, serketî nebûye, got: Hewlêr û Bexda hewil didin jibo qanûna mûçeyê ya sala 2020ê lihevkirineke nû û bi şert û mercên nû wajo bikin.
Wî got: Lihevkirinên ku beriya vêya navbera Hewlêr û Bexdayê hatine wajokirin, nekarîne aramiya siyasî û aborî jibo vî welatî dabîn bikin.
Wî got ku Herêmê soza xwe ya radestkirina rjane 250 hezar bermîl petrolê bo Bexdayê cih neaniye û dewama vê pêvajoyê dikare bibe sebeba parêzgehên başûrî û navendî yên Iraqê û zexta wan ser dewleta navendî jibo birrîna meaşa karmendên Herêmê.