Artêşa Tirkiyê Xakurk û Çoman bombebaran kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, deverên Çoman û Xakûrk bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şêr ên artêşa wî welatî îro Duşemî 2`yê Îlonê, devera Xakurkê bombebaran kirine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, “bi hevkarî û hevahengiya navbera artêşa Tirkiyê û Saziya Îstixbarata Niştimaniya Tirkiyê (MIT), li devera Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke esmanî hatiye encamdan.”
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daye xûyakirin, ku di encama vê êrîşa esmanî de “5 hêzên PKKê” jiyana xwe ji dest dane.
Duh jî balafireke şêrr a Tirkiyê otomobîleke hêzên PKK`ê li gundê Bîyê li devera Berî Gare ya Duhokê kire armanc.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê êrîşa îro de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye: Pênc hêzên PKK hatine hedefgirtin.
Ji ber operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKK`ê, 15 gundên sînorê qezaya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê ji nîştecihên wan vala bûne.
Xelkên wan gundên ser bi herdu bajarokên Derkar û Batîfayê yên qezaya Zaxoyê, ji ber operasyonên Tirkiyê û şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKK`ê ji gundên xwe koçber bûne û çûne malên xizm û kesên xwe.
Li navçeya Zaxoyê bi giştî 188 gund hene, ku ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 98 gund hatine valakirin.
Li gor amareke qayimeqamiya Zaxoyê, li wê qezayê 187 gund hene, ku rêjeya %53 ji wan gundan ji ber şer û pevçûnên navbera PKK`ê û hêzên Tirkiyê, hatine valakirin.
Artêşa Tirkiyê ji meha Gulana îsal ve dest bi operasyoneke berfireh bi navê “Pence” kiriye û heta niha sê qonaxên wê bi navên “Pence 1”, “Pence 2” û “Pence 3” birêve birine.