Avakirina partiyeka nû ya siyasî li Herêma Kurdistanê
Partiyeka siyasî ya nû ser navê tevgera Reformên neteweyî bi cudabûna ji partiya sosyal demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, damezrîna xwe raghand.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, beşek ji endamên partiya sosiyal demokrat a Kurdistanê ku pêştir û ji sala 2014`an va nerazîbûna xwe li hember siyasetên partiyê nîşan dane û daxwaza reformê li vê partiyê kiribûn, duh li merasimekê li bajarê Silêmaniyê ji vê partiyê cuda bûn û damezrandina partiyeka nû raghandin.
Damezrênerên vê partiyê li civîneke rojnamevaniyê raghandin ku ew dê li çarçoveya vê partiya nû û ser navê tevgera reformên neteweyî, bo pêkanîna reforman li herêmê û li bereya opozosyonê xebatê bikin.
Vê partiyê li daxûyaniya damezrîna xwe amaje kiriye ku wek tevgerekê ku daxwaza reformên giştalî dike dê bona dabînkirina mafên bingehîn ên xelkê herêmê û bi taybet jin û ciwanan û her wiha dê bo geşatî û pêşketina herêmê û vejiyandina sîstema gîhandina xizmetan hewl dide.