PDK û Goranê naveroka civîna xwe aşkere kirin
Di konferanseke rojnamevanî de peyvdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê naveroka civîna wan ya îro aşkere kirin.
Peyvdarê PDK`ê Mehmûd Mihemed ragihand, di civîna îro de behsa hilbijartinê û rewşa Kerkûkê kirin.
Wî herwiha got: Li pêş me civîneke sêalî di navbera PDK, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê de bo gotbûjêa ser pirsên hevbeş heye.
Endamê desteya Tevgera Goranê Aras Welî jî ragihand, kar ji bo serkeftina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê dikin, bo welatî jê sûdê bibînin.
Wî herwiha got: Hêvîdar in civîna sêalî ya me, YNK û PDK`ê di zûtirîn demê de bê lidarxistin.
Îro desteyeke pillebilind a Tevgera Goranê ji bo gotûbêja ser çend pirsan gihîşt Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û ligel sekreter û endamên Polîtburoya PDK`ê civiya.