Hevdîtina Mesûd Barzanî û Serkonsolê Îranê li Hewlêrê
Di hevdtina Rêberê Partiya Dêmokrat a Kurdstanê (Partî) û Serkonsolê Îranê li Hewlêrê, li ser berfirehkirina giştalî ya pêwendiyên Îran û Herêmê pêgirî hat kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Serkonsolgeriya Îranê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku Nesrullah Reşnûdî, Serkonsolê Îranê li Hewlêrê hevdîtinek di roja Pêncşemiyê, 30ê Tebaxê digel Mesûd Barzanî pêk aniye.
Li gorî vê nûçeyê, Di vê hevdîtinê da pêwendiyên dualî hatin hilkolandin û li ser rêkarên xurtkirin û berfirehkirina wê gotûbêj hat kirin.
Mesûd Barzanî tevî amajeyqa bi damezirandin û destpêbûna xebata kabîneya hikûmeta nehem a herêmê, got: Ez piştrast im ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê digel Îranê d hemî berûlayên siyasî, aborî, ewlehî û çandî da berfireh bibe.
Reşnûdî jî tevî sipasiya ji nêrîna baş a Barzanî û pîrozkirina damezirandina kabîneya nû bi serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî, pêwîstiya xurtkirina hevkariyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina pwêendiyan destnîşan kir.
Hêjayî gotinê ye ku du aliyan her wiha derbarê dawîn guhertinên navçeyê gotûbêj kirin û li ser dabînkirina ewlehiya du aliyan jî pêgirî kirin.