Desteya Parlimana Herêma Kurdistanê seredana Kempa Penaberan a Mexmûrê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307780-desteya_parlimana_herêma_kurdistanê_seredana_kempa_penaberan_a_mexmûrê_kir
Desteyeke Parlimana Herêma Kurdistanê çû seredana Kempa Penaberan a Mexmûrê û xwest ku qedexeya derketina niştecihên vê kempê were rakirinê û rewşa wir were asayîkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2019 11:17 Asia/Tehran
  • Desteya Parlimana Herêma Kurdistanê seredana Kempa Penaberan a Mexmûrê kir

Desteyeke Parlimana Herêma Kurdistanê çû seredana Kempa Penaberan a Mexmûrê û xwest ku qedexeya derketina niştecihên vê kempê were rakirinê û rewşa wir were asayîkirinê.

Ligorî rapora Malpera Roj News`ê, desteyeke Parlimana Herêma Kurdistanê bi amadebûna endamên Komsyona Deverên Kêşeliser a wê Parlimanê, bi merema haydarbûna ji rewşa niştecihên Kempa Penaberan a Mexmûrê li rojavaya Hewlêrê seredana wê kempê kir û bi berpirsên wê re gotûbêj kir.

Berî vîya Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê Soran Umer di nameyekê de bo Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê hişyarî da ku piştî bûyera êrişa li restorana Hoqqebaz li Hewlêrê ku bi gotina Asayişa Herêma Kurdistanê karmendekî Konsolxana Tirkîyê di encamê de hat kuştinê, 12 hezar niştecihên Kempa Mexmûrê ku Kurdên Tirkîyê ne, ketine ber zextê û bi qedexekirina derketina ji kempê di rewşeke giran da ne.

Parlimanterên Tevgera Gorranê li Parlimana Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn û Goran Umer ku di desteya Parlimana Herêmê de cî girtibûn, dema seredana Kempa Mexmûrê amajeyî vê yekê kirin ku zêde ji 45 rojan e ku ev kempa ji hêla Hêzên Asayişê yên Herêma Kurdistanê (ser bi PDK`ê) hatîye boykotkirinê û di rewşeke xedar de ye, xwestin ku ew boykotkirina zûka were rakirinê û rewşa kempê were asayîkirinê.

Şîrîn Emînê herwiha pêgirî ser pêwîstîya alîakrîya dewleta navendî ya Iraqê, NY û sazîyên mafên mirovan bo niştecihên Kempa Mexmûrê kir û got ku nabe penaxwaz û penaber bi hîş awayekî bikevin ber zext û zorê.