Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê jibo çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê tam amade ye
Serokê Herêma Kurdistanê ser amadetiya Hewlêrê bo çareserkirina pirsgirêkan bi dewleta navendî ya Iraqê ji riya gotûbêj û muzakirê tekez kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, bereberê destpêbûna dewra nû ya muzakirên Herêma Kurdistanê bi dewleta navendî ya Iraqê re, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li gotûbêja telefonî tev Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê bal kişand ser baştirkirina têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.
Li gorî daxûyaniya saziya serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî li vê gotûbêja telefonî, teqez kir: Herêma Kurdistanê amadeyî çareserkirina hemî pirsgirêkan bi dewleta navendî ya Iraqê re ye.
Wî xebata komîteyên pêkhatî navbera hikûmeta Herêam Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê bona çareserkirina pirsgirêkan erênî nirxand.
Berovajî vê yekê, Mayk Pêns, kêfxweşiya xwe li bara baştirbûna peywedniyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û teqez kir ku Emerîka li pêvajoya çareserkirina pirsgirêkan û rawstana li ber terorê dê piştgiriya her du aliyan bike.
Ji aliyê din ve Beşîr Hedad, cîgirê serokê parlemana nunerana Iraqê yekşemiya buhurî li bara sefera di demeke nêzîk a taxima pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bo muzakira ser babetên bêtifaqiya xwe agahî da.
Çend komîte navbera her du aliyan têkildarî mijara niftê, bûdcê û miaşa mehê ya kedkarên Herêma Kurdistanê, xala 140`an a qanûan bingehîn a taybetî navçên kêşeliser û meselên ewlehiyê û siyasî pêk hatine.
Pejirandina qanûna bûdca 2020`an a Iraqê, bûye sedem ku hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma kurdistana Iraqê li warê lihevkirinê û çareserkirina pirsgirêkên xwe ser meselên curbicur , lezê bikin.
Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêbendê qanûna bûdca 2019`an a Iraqê û radestkirina niftê bo Bexdayê nebûye û her ev mijara bûye sedema dilgiraniya kurdan û dibêjin hitmala kêmkirina para bûdca Herêmê ji bûdca sala 2020`an an qutkirina mûçe û miaşa hêzên îdarî û eskerî yên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê pir zêde ye.
Pêştir Dr. Mehmûd Osman ji siyasetvanên pêşeng ên kurdê iraqî li bara hegera radestnekirina niftê bo Bexadyê ji aliyê Hewlêrê bo Kurdpress`ê got: Hikûmeta Herêmêa Kurdistanê destnîşan kiriye ku pereyekê wek deyn li Bexdayê heye. Yek ji wan, nedayîna xerametê bo xelkê Kurdistanê ji ber cinayetên Enfalê û bombebarankirina kîmyawî ya Helebçeyê û her wiha nedayîna para bûdca Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Iraqê bo mideha çend salan û gelek mijarên din e.