YNK`ê hewil dide nivîsgehekê li Enqerê veke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307630-ynk_ê_hewil_dide_nivîsgehekê_li_enqerê_veke
Endamekî Polîtboroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê peywendîyên partîya xwe û Tirkîyê de ragihand ku piştî daxistina nivîsgeha vê partîyê li Enqerê, bi saya hewildana berpirsên YNK`ê û alîyên têkildar, nika peywendîyên di navbera her du alîyan de asayî bûne û her du alî gotûbêjê liser vekirina nivîsgeha wê partîyê li Enqerê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2019 04:55 Asia/Tehran
  • YNK`ê hewil dide nivîsgehekê li Enqerê veke

Endamekî Polîtboroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê peywendîyên partîya xwe û Tirkîyê de ragihand ku piştî daxistina nivîsgeha vê partîyê li Enqerê, bi saya hewildana berpirsên YNK`ê û alîyên têkildar, nika peywendîyên di navbera her du alîyan de asayî bûne û her du alî gotûbêjê liser vekirina nivîsgeha wê partîyê li Enqerê dikin.

Seidî Ehmed Pîre Endamê Polîtboroya YNK`ê di civîneke çapemenîyê de ragihand ku bi saya hewildana berpirsên YNK`ê û alîyên têkildarpiştî girêdana nivîsgeha vê partîyê li Enqerê,  nika peywendîyên di navbera her du alîyan de asayî bûne û her du alî gotûbêjê liser vekirina nivîsgeha wê partîyê li Enqerê dikin.

Sala buhurî piştî alozbûna peywendîyên di navbera hikûmeta Enqerê û YNK`ê de nuneratîya wê partîyê li Enqerê hat girêdanê û paşê jî Berpirsê Peywendîyên YNK`ê li Enqerê Bêhrûz Gelalî ji Enqerê hat derxistinê.