Nezelalî li deyînên hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê
Endamê komîsiyona abûrî ya parlemana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku kes nizane ku deyînên vê herêmê çiqasin û herisa kes nizane ku kîjan kompanî yan dewlet dirêv ji Hewlêrê dixwaze.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Şêrko Cewdet endamê komîsiyona abûrî ya parlemana Herêma Kurdistana Iraqê bilî viya ku dewleta xwecî ya Hewlêrê tawanbar kir ku karûbarên abûrî yên vê dewletê zelal nîne û kes nizane ku derhatên niftî yên Hewlêrê çiqase ragihand: Kes nizane ku deyînên vê herêmê çiqasin û herisa kes nizane ku kîjan kompanî yan dewlet dirêv ji Hewlêrê dixwaze.
Şêrko Cewdet ragihand ku tenê babeta zelal li bara qer û deyînên Herêma Kurdistana Iraqê evaye ku tê gotin Hewlêr 10 milyard dolar deyîndarê moçexorên Herêma Kurdistana Iraqê ye ku ew jî ji ber îcrabûna sîstema paşkewta mûçe li vê herêmê ye.
Wî got: Her çend heta niha hatiye ragihandin Herêma Kurdistana Iraqê milyardan dolar deyînên xwe heye lê kes nizane ku qirare ev deyînên hanê bigehêjin kîjan kompanî ya dewletekê.
Şêrko Cewdet ragihand ku dewleta Hewlêrê li vê barê agehdariyan nade ber destê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê û li vê barê jî kes hazir nabe agehdariyan bide.
Wî got: Pêwîste li bara zelalbûna qer û deyînên Herêma Kurdistanê, ewleta nû ya herêmê pêşniyarqanûnekê bona zelalbûna bûdceyê bipejirîne û bide ber destê parlemanê û niha wexta zelalbûna meselên abûrî li Herêma Kurdistanê ye.