Wezîra Berevaniya Almanyayê li Hewlêrê ye
Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer piştî serdana xwe ya Bexdayê gehişt Hewlêrê.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer bi balafireke taybet ji Bexdayê ve gehîşte Hewlêrê û biryar e ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.
Tê çaverêkirin Annegret Kramp Karrenbauer ligel Wezîrê Hêzên Pêşmerge Şoreş Ismayîl gotûbêjê bike û serdana wan binkeyên serbazî bike ku rahênerên Almanya têde rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin.
Biryar e ku Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê piştî seredan û gotûbêjan di civîneke çapemenîyê de encamên seredana xwe ya Bexda û Hewlêrê ragihîne.
Almanê di çarçova alîkarîyên Hevalbendîya Cîhanî ya DAIŞ`ê de alîkarîyên leşkerî û çek û rext dane Herêma Kurdistanê û nexweşxaneyeke taybet bi Hêzên Pêşmerge li Hewlêrê damezirandîye.
Perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bi merema naskirina têknîkên nû yên cengê û alavên nû yên leşkerî ji sala 2014`an ve û jibo sekinîna himberî DAIŞ`ê ji hêla 7 welatên endamê Hevalbendîya Cîhanî ya Dijî DAIŞ`ê ve destpê bûye û niha jî didome.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Berevaniya wî welatî Necah Şemer re civiyabû.
Di hevdîtinê de behsa çawaniya avedankirina wan deverên ku di şerê DAIŞ`ê de wêran bûne, hat kirin.
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê piştî hevdîtinên li Bexdayê pêgirî kir ku bi dû domandina hevkarîya her du welatan e.
Wê herwiha got: DAIŞ li Iraqê xilas nebûye ji ber wê jî ew ê alîkarîya bo hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê bidomînin.