Bijartina şêwirmendê pilebilind ê serokê Herêma Kurdistanê li karbarên derve
Berpirsê berê yê dayira peywendiyên derve yê Herêma Kurdistanê wek şêwirmendê pilebilind ê serokê Herêmê li karûbarên derve hat bijartin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê malpera nûçan a kurdî ya Zemenê, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mustefa, berpirsê berê yê dayira peywendiyên derve yên herêmê wek mişêwirê xwe yê pilebilind li karûbarên dreve bijart.
Mustefa roja yekşemiyê bi peyamekê li twîtera xwe li vê barê nivîsî: Ez kêfxweş im ku wek mişêwirê pilebilind ê serokê Herêma Kurdistanê li karûbarên derve hatim bijartin.
Wî li vê twîterê de nivîsî: Em bi kêfxweşî li benda destpêbûna erkên xwe bona xizmetguzariya li saya serokatiya Nêçîrvan Baraznî û li çarçoveya xizmeta li gel û Herêma Kurdistanê ne.
Eva li halekî ye ku Mustefa li kabîna dewleta heştan a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî wek berpirsê dayira peywendiyên derve yên herêmê xebat dikir lê ev posta li kabîna dewleta nehan û niha ya herêmê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ketiye destê Sefîn Dizeyî, berdevkê dewleta berê.