Êrişên hewayî yên Artêşa Tirkîyê ser meqerên PKK`ê hatine dijwarkirinê
Tebax 17, 2019 11:54 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku êrişên hewayî yên Artêşa vî welatî ser meqerên PKK`ê li bakura Iraqê hatine dijwarkirinê.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama dijwarkirina êrişên hewayî yên vî welatî ser meqerên PKK`ê li bakura Iraqê de, 13 meqerên leşkerî yên vê komê hatin jinavbirinê.
Herî dawî jî, duh balafirên cengê yên Artêşa Tirkiyê, gundên Qirnaqe û Pişt Aşan û Sarde, Bêrimke, Sergelî, Qelatokan û Gelî Bedran herwiha çiyayê Bêrimte li quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.