Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi amadebûna li Konsûlxaneya Îranê li Hewlêrê hevxemiya xwe digel Komara Îslamî ya Îranê ji ber şehîdbûna Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî diyar kir.
Alaya Herêma Kurdistana Iraqê li Saziya Serokatiya vê herêmê bi nîşana hevxemiya digel Komara Îslamî ya Îranê veguheriye rewşa nîve-hilkirî.
Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li ser şehîdbûna serokkomarê Îranê û Wezîrê karên derve yê Îranê peyameke sersaxiyê da.
Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê Lîsteya yekem a karmendên Herêma Kurdistanê ji bo neteweyîkirina mûçeyan ji Banka TBI'yê ya vî welatî ra şand.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê bi mebesta neteweyîkirina mûçeyên karmendan, yekem lîsteya karmendan ku navên 368 karmendan tê de heye, ji Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) re şand.
Xalib Mihemed Elî Parlimenterê berê yê Tevgera Goranê li Meclîsa Irqê got, Kurdên Herêma Kurdistanê baştir dibînin ku pirsgirêkên hiqûqî bi rêya Dadgeha Federal a Iraqê werin çareserkirin.
Berdevkê civata şîrketên niftê ya Kurdistanê, Êpîkor got: Li Herêma Kurdistanê rojê 400 hezar bermîl nift tê derxistin
Rêzan Şêx Dilêr Parlimentera berê ya YNK'yê got, Hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistanê bi awayekî demkî hatine paşdaxistin.
Nazim Debax Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê got, Serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Tehranê pêngaveke erênî ji bo çaksaziya peywendiyan bû.
Nivîsgeha Nêçîrvan Barzanî piştî sefera wî ya fermî ya du rojî bo Îranê daxûyaniyek weşand.