Qeyrana destmiza karmendên Herêma Kurdistanê ji ber nakokiya darayî bi Bexdayê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356464-qeyrana_destmiza_karmendên_herêma_kurdistanê_ji_ber_nakokiya_darayî_bi_bexdayê_re
Parlimanterê Duhokê li Parlemana Iraqê hişyarî da ku nakokiya derbarê dayîna 120 milyar dînar ji dahata ne-niftî ya Herêma Kurdistanê dikare dayîna miaşa karmendan paşde bixe.
(last modified 2025-10-03T11:30:28+00:00 )
Çirî 03, 2025 14:54 Asia/Tehran
  • Qeyrana destmiza karmendên Herêma Kurdistanê ji ber nakokiya darayî bi Bexdayê re

Parlimanterê Duhokê li Parlemana Iraqê hişyarî da ku nakokiya derbarê dayîna 120 milyar dînar ji dahata ne-niftî ya Herêma Kurdistanê dikare dayîna miaşa karmendan paşde bixe.

Cemal Koçer got ku mesela kêmkirina vî diravî bo 80-90 milyar dînarî jî di rojevê de ye û ger paşde bikeve yê dayîna miaşê mehên pêşber jî paşde bikeve. Hikûmeta Iraqê bi kêmasiya budceyê û rawestandina projeyan re rûbirû ye lê Koçer tekez kir ku dahata Herêma Kurdistanê têrê dike û pirsgirêka sereke nakokiya darayî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.