Zaxo- Agir berbû kempeke kurdên Êzidî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356345-zaxo_agir_berbû_kempeke_kurdên_Êzidî
Li Kampa Bacid Kendalayê ya li Zaxoyê agir berbû konan û di encamê da kesek birîndar bû.
(last modified 2025-09-26T09:02:43+00:00 )
Îlon 26, 2025 12:31 Asia/Tehran
  • Zaxo- Agir berbû kempeke kurdên Êzidî

Li Kampa Bacid Kendalayê ya li Zaxoyê agir berbû konan û di encamê da kesek birîndar bû.

Di encama vê agirberbûnê da 5 kon bi temamî şewitîn û kesek jî birîndar bû.

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Zaxoyê Evîndar Izet li koma nûçegîhanan ragihand ku şewat serê sibehê derdora saet 07an derketiye.

Evîndar Izet her wiha da zanîn ku wan kesê birîndar biriye nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Sedema derketina şewatê hîn ne diyar e û rayedar li ser şewatê lêpirsînê dikin.

Kampa Bacid Kendalayê yek ji wan kampan e ku kurdên Êzidî yên ji Şingalê lê bi cih bûne.