Herêma Kurdistana Iraqê mehane destmizd dide 20 hezar hêzên sûrî 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i361172-herêma_kurdistana_iraqê_mehane_destmizd_dide_20_hezar_hêzên_sûrî
Xalib Mihemed, parlimanterê parlimana Iraqê, îdia kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane destmiz dide 20 hezar hêzên sûrî. 
(last modified 2026-11-01T13:55:29+00:00 )
Tesrîn 01, 2026 17:24 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê mehane destmizd dide 20 hezar hêzên sûrî 

Xalib Mihemed, parlimanterê parlimana Iraqê, îdia kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane destmiz dide 20 hezar hêzên sûrî. 

 

Xalib Mihemed, parlimanterê parlimana Iraqê, herwiha pêşniyaz kirîye ku li şûna dayîna destmizdê bo van hêzana ku mebesta wî hêzên pêşmergeyên kurd ên  "Roj" e, 20 hezar hêzên ciwan ên girêbestî, xwebexş û xwendayên zanîngeh û dezgehên perwerdeyê yên ku bi salan ji gel û Herêmê ra xizmet kirine, bên dewsgirkirin.

Wezareta Darayîyê ya Iraqê ragihandîye ku ev hêz derveyî çarçoveya qanûnî û destûra bingehîn a hêzên çekdar ên Iraqê ne û hemwelatîbûna wan iraqî tineye; ji ber vê yekê Bexda dayîna xercên hêzekê ku di pêkhateya fermî ya Wezareta Pêşmergeyan yan dezgehên emnî yên pesendkirî da cî nagire, qebûl nake.

Rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê û fermandeyên leşkerî jî ragihandine ku ev hêz beşek ji pêkhateya emnî û berevanîyê ya herêmê ne û di şerrê dijî DAIŞê da jî canê xwe ji dest dane; ji ber vê yekê, mijara rawestandina destmizê wan ji bilî aliyê darayî, xwedî berûlayên emnî û sîyasî jî tê hesêb.