Êrişa bi xwefiran ser Hewlêr a Herêma Kurdistana Iraqê
Îlon 02, 2026 18:37 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî yên nûçeyan basa çend teqînan li parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê kirin.
Çavkaniyên iraqî yên nûçeyan binkeyên dagirkerên amerîkî û komên terorîst ên dijber li Herêma Kurdistana Iraqê ketin ber êrişên bi xwefiran ên Îranê. Hin medyayên iraqî jî amajeyî êrişa bi xwefiran a ser binkeyên amerîkî yên li Hewlêrê kirin û ragihandin ku teqîneke mezin balyozxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hejand. Balyozxaneya Amerîkayê li hewlêrê di peyamekî de pêhişyarî daye welatiyên amerîkî ku demlidest Hewlêrê biterikînin. Dijminê amerîkî îşev êrişî hin navçeyên Îranê kiriye ku rastî bersiva lezgîn û vebir a hêzên çekdar ên Komara Îslamiya Îranê ve hatiye.