Teqînên giran li meqera Komên Cudayîxwaz li Hewlêr û Silêmaniyê
Çavkaniyên nûçeyan li ser teqînên giran li meqera komên terorîst ên kurd ên cudayîxwaz ên dijberê Komara Îslmaî ya Îranê li Hewlêr û Silêmanî agahî dan.
Kanala Sabirîn News`ê li ser bihîstina dengê çend teqînan li Hewlêrê agahî da ku meqera komên terorîst ên kurd ên cudatîxwaz ên dijberê Komara Îslamî ya Îranê û alîgirê Amerîka û rejîma Siyonîst kirine armanc.
Duh serê sibê jî medyayên iraqî li bara bihîstina dengê çend teqînan li Hewlêr agahî dabûn û ragihandibûn ku piştî bihîstina dengê van teqînan, gurriyên agir û dûkelê ji navçeya Qesrikê li Hewlêr rabûye esmîn. Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê bihîstina dengê çend teqînan li parêzgeha Silêmanî li Herêma Kurdistana Iraqê agahî dan.
Heta vê gavê, hûrgiliyên zêdetir li ser van êrişan û hejmara kuştî û birîndarên muhtemel û asta xisareta ku li komên cudayîxwaz ên dijberê Îranê li Silêmaniya Iraqê ketiye, tiştek belav nebûye.