Seidî Pîre: Me ji Bafil Talibanî xwestiye beşdarî civîna serokên partiyan bibe
Endamê polîtboroya YNK`ê basa daxweza fermî ya vê partiyê ji Bafil Talibanî ji bo beşdariya di Civîna Serokên Partiyên Siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê bibe û hevgavê viya pêgîrî kirin ku dewama derengmayîna destpêkirina karê Parlimanê û pêkhatina kabîneya nû ser zirara welatiyan e û kabîneya tê wê bêyî beşdariya YNK û Partiyê pêk neyê.
Seidî Ehmed Pîre, endamê polîtboroya YNK`ê, di hevpeyvîna bi nûçegîhanan de amajeyî vî yekî kir ku derengmayîna destpêkirina karê Parlimanê û pêkhatina kabîneya nû ya Herêma Kurdistana Iraqê karekî nebaş li hember welatiyan e û pêgîrî kir Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê wekî yek ji partiyên sereke, wê li benda behane yan biryara aliyên din nemîne û pêwîst e Parliman demlidest karê xwe destpê bike û kabîneya nû pêk were.
Endamê polîtboroya YNK`ê herwiha ji vê partiyê û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê xwest bi nermatiyeke zêdetir tev bigerin, ji bin helwêstên xwe paşda vekişin û rê ji bo beşdariya partiyên din ên siyasî di kabîneya dahatî jî xweş bikin.