Teqîna giran li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûka Iraqê
Tîrmeh 26, 2026 14:36 Asia/Tehran
Çavkaniyên xwecihî û medyayên Iraqê vê sibê li ser çend teqînan li parêzgehên Hewlêr û Kerkûk û Silêmanî li Herêma Kurdistanê agahî dan.
Li gorî raporên berayî dengê teqîneke giran li hin beşên parêzgeha Silêmanî li bakurê Iraqê hatiye bihîstin. Hat gotin ku dengê hanê ji ber êrişa bi xwefiran li ser şîrketeke niftê ya Îmaratê li Silêmanî bûye.
Hîna hûrgiliên zêdetir li ser sedema vê teqînê, cihê wê yê eseh û asta zirar û kuştiyên muhtemel belav nebûne û rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê an hikûmeta navendî ya Iraqê helêwstea xwe diyar nekirine.
Hinek rapor jî derbarê teqîna giran li meydana niftê ya Cembûrê li parêzgeha Kerkûkê li bakurê Iraqê agahiyan didin.