Ji bo yekbûna Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dem hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i358383-ji_bo_yekbûna_pêşmergeyên_herêma_kurdistanê_dem_hat_dayîn
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistana got ku alîkariya Hevpeymanan ya ji bo Pêşmergeyan û Îraqê heta dawiya vê salê yê bidome.
(last modified 2026-02-16T11:54:03+00:00 )
Sibat 16, 2026 14:12 Asia/Tehran
  •  Ji bo yekbûna Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dem hat dayîn

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistana got ku alîkariya Hevpeymanan ya ji bo Pêşmergeyan û Îraqê heta dawiya vê salê yê bidome.

Rukin Bextiyar Mihemed her wiha eşkere kir ku ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê pêşketineke baş heye.

Wî got: Ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge biryara avakirina 11 fîrqeyên piyade û du fermandariyên herêmî ji bo Yekîneya 70yî ya YNK û Yekîneya 80yî ya PDK di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatiye dayîn.

Bextiyar Mihemed got: Pêşketineke baş heye. Em hêvîdar in heta 1ê Adara 2026an ev têgihiştin bigihin encamê.