Diravê dayîna miaşan gihîşt Herêma Kurdistana Iraqê
Sibat 10, 2026 17:24 Asia/Tehran
Wezareta Darayîyê ya Iraqê diravê pêwîst jibo dayîna miaşê meha yekem a sala 2026ê xist hesabê taybet ê Çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
Wezareta Darayî u Aborê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Wezareta Darayîyê ya Iraqê diravê pêwîst jibo dayîna miaşê karmend u miaşwergirên herêma Kurdistanê şand û biryar e ku miaş sibê ango çarşemê bên dayîn.
Ev biryara di halekî da ye ku Komsyona Aborê ya parlimana Iraqê bi serokatîya Mihemed Şîya Sûdanî u amadebûna Fuad Hisên Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve u Teyf Samî Wezîra Darayîyî ya Iraqê civîya û di vê civînê da basa hewlên hikûmetê jibo zêdekirina derhatan û kêmkirina xercan hatîye kirin.