Teqîn li meydana gazê ya Kormorê li Silêmaniyê
Meydana gazê ya Kormor li herêma Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê li herêma Kurdistana Iraqê, Çarşemiyê şevê kete ber êrişa bi xwefiran ku di encama vê êrişê de xebata beşek ji çavkaniya depoya gazê teqiya û veguhestina gazê bo hêzgehên elektrîkê li Herêmê hat rawestandin û di encamê de sedî 80`yê elektrîka Herêmê qut bû.
Çavkaniyên xwecihî li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku di encama vê êrişa bi xwefiran de beşek ji teşkîlata navxweyî ya meydana gazê ya Kormorê ket ber êrişan û ji ber şewata giran di yek ji mexzenên sereke yên meydana gazê de zirareke mezin pêk hat. Fermandetiya operasyonên hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de êrişa bi xwefiran ser meydana gazê ya Kormorê li parêzgeha Silêmaniyê şermezar kir û ragihand ku ev êriş, ewlehiya aborî û berjewendiyên welatiyên Iraqê dixe xeterê. Luqman Hesen, Rêveberê Berevaniya Sivîl a Çemçemalê derbarê rewşa herî dawî ya meydana gazê ya Kormorê de got: Tîmên vemirandina agir piştî neh sietan hewldanên berdewam karîne agir kontrol bikin. Wezareta Elektrîkê ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber rawestana xebata meydana gazê ya Kormorê li Silêmaniyê, me 1200 MW elkektrîk ji dest daye. Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê, di pêwendiya bi rêya telefonê bi Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re tevî şermezarkirina êrişa ser meydana niftê ya Kormorê tekezî ser avakirina komîteyek hevbeş ji bo lêkolîna ser vê bûyerê kir.
Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê, Ji van Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêmê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêmê, Qubad Talibanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê û Bafil Talibanî, serokê YNK`ê û rayedarên Iraqê, ji wan Serokomar û Serokwezîrê Iraqê û partî û komên iraqî ji wan Qêys Xezelî, sekreterê giştî yê Tevgera Esayêb Ehlê Heq jî ev êriş şermezar kirin. Elî Heme Salih, Biryarderê Rewta Helwêstê, tevî şermezarkirina êrişa ser Kormorê rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistana Ieaqê kir. Wî tevî şermezarkirina êrişa ser Kormorê got: Rexnekirin û dijberiya me li himber gendelî û bêdadiya rayedarên herêmê nabe ti carî me ji ber êrişa ser Herêma Kurdistanê û lêxistina beşa wê ya herî giring, dilxweş bikin. Elî Heme Salih her wiha got: li salên borî de bi sedan milyon dolar dahata giştî ser navê parastina meydana nift û gazê hatine xerckirin lê tiştek nehatiye kirin ji xeynî xerckirina pareyeke zav ji bo çekên asayî û pêşneketî.