Li Amedê agir bi daristanê ket
Cotmeh 04, 2025 19:44 Asia/Tehran
Li gundewarên navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê şewat derket.
Li gundewarên navçeya Pîranê ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn şewat derket.
Birêvebirya Karên Daristanan, tîmên vemirandinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn herêma şewatê.
Hat ragihandin ku şewat ji cihên niştecihbûnê dûr e û xebatên tîman ên ji bo kontrolkirina agir didomin.
Her wiha hat eşkerekirin ku helîkopterek ji hewayê tevlî xebatên vemirandina agir bûye.