Îlon 30, 2025 17:42 Asia/Tehran
  • Peymana di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û şîrketên niftê heta dawiya 2025an e

Medya Iraqî ragihand ku peymana niftê navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê û şîrketên niftê li herêmê tenê dê heta dawiya sala 2025an dê were dirêjkirin û piştî wî divê ji bo berdewamiya vê peymanê dîsa muzakireyên nû bên kirin.

Medya Iraqî îro naveroka  tam a peymana sêalî ya 20 xalî navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û şîrketên niftê yên biyanî ku li herêmê dixebitin weşand. Li gorî  xalên  peymana navbera Herêma Kurdistana Iraqê, hikûmeta navendî ya Bexdayê û şîrketên niftê , şîrketa SOMO dê ji bo her bermîlek niftê (bi nifta xav) 16 dolar bide şîrketên niftê heta ku Şîrketa  Wûd Mekinzî pêvajoya vekolîna xerca derxistina niftê temam bike. Ev peyman ji bo 30 rojan  hitbara xwe heye, piştî wê  dikare bixweber tenê heta dawiya vê salê were dirêjkirin, piştî wê divê Bexda, divê Hewler û şîrketên niftê  ji bo berdewamiya pêvajoya hinardekirina nifta herêmê  ji nû ve muzakirê bikin.

Serepeyv