Rawestandina neştergerîyê ji ber kêmbûna amûran li Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356150-rawestandina_neştergerîyê_ji_ber_kêmbûna_amûran_li_silêmaniyê
Ser-rêveberê beşa tenduristiyê ya Silêmaniyê got ku qeyrana dermanan pergala tenduristiyê ya parêzgehê asteng kiriye û di vê rewşê de, neştergerî û emeliyat li nexweşxaneyên giştî têne rawestandin.
(last modified 2025-09-13T10:08:51+00:00 )
Îlon 13, 2025 10:35 Asia/Tehran
  • Rawestandina neştergerîyê ji ber kêmbûna amûran li Silêmaniyê

Ser-rêveberê beşa tenduristiyê ya Silêmaniyê got ku qeyrana dermanan pergala tenduristiyê ya parêzgehê asteng kiriye û di vê rewşê de, neştergerî û emeliyat li nexweşxaneyên giştî têne rawestandin.

Dr. Sebah Hewramî, Ser-rêveberê beşa tenduristiyê ya Silêmaniyê, got ku mixabin em neçar in ji hefteya bê ve ji ber kêmbûna dermîn û pêdiviyên pizîşkî hemî emeliyatên giştî li nexweşxaneyên hikûmî rawestînin.Wî got ku pirsgirêka sereke li Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji ber nebûna budceyê, şîrketên dermanan naxwazin ku dermîn û alavên pizîşkî bifroşin nexweşxaneyên hikûmî li Silêmaniyê.